• Monday, 09 February 2026
logo

PJAKê tekezî li ser 'Netewa Demokratîk' û 'Hevgirtina Demokratîk a Gelan' kir

PJAKê tekezî li ser 'Netewa Demokratîk' û 'Hevgirtina Demokratîk a Gelan' kir
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) kongreya xwe ya şeşem saz kir û di peyamekê de jî daxwaza yekgirtin û yekrêziya navbera hemû partiyên siyayî yên Rojhilatê Kurdistanê dike. PJAKê herwiha tekez kir, ku ew projeya Abdullah Ocalan, wate Konfedralîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk, ji xwe re dikin bingeha xebat û têkoşîna xwe.

PJAK di daxuyaniyekê de ragihandiye, wan di kongreya xwe ya şeşan de pêdeçûn bi çawaniya xebata hemû sazî û organên xwe kiriye û li gor pêwîstiyên têkoşîna paşerojê hatine organîzekirin.

Di vê kongrey de, hevseorkên PJAKê jî hatine hilbijartin û bo duyemên xûl li pey hev, Siyamend Moînî û Zîlan Vejîn wek hevserokên wê partiyê hatine destnîşankirin.

Kongreya şeşan a PJAKê di rojên 10 û 11ê Adara 2020an li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatiye lidarxistin, lê belê ji ber rewşa ewlehî û rewşa navçeyê, encamên wê kongreyê derengtir hatine ragihandin.

PJAK di vê kongreya xwe de daxwaza yekgirtin û yekrêziya navbera hemû partiyên siyasî û hemû texên civaka Rojhilatê Kurdistanê dike û ragihandiye, jibo bidestxistina zemîneya jihevtêgihîştin û gotûbêjan di navbera hemû aliyan de, dê hewlên bêrawestan bide.

PJAKdi di 4ê Nîsana sala 2004an de ku salroja jidayikbûna Serokê PKKê Abdullah Ocalan ye û li gor bingehên hizrî yên Ocalan hatiye damezrandin û weke partî û rêxistinên din ên ser bi PKKê ve baweriya wê bi dewleta netewî nîne û li şûna wê xeta sêyem an jî Netewa Demokratîk ji xwe re kiriye esas.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye, ku ew projeya Abdullah Ocalan, wate “Konfedralîzma Demokratîk” û “Netewa Demokratîk”, ji xwe re dikin bingeha xebat û têkoşîna xwe.

Li gor daxuyaniyê, di kongreya şeşan de 3 planên stratejîk ji bo “Netewa Demokratîk” hatin diyarkirin, ku ji pêşxistina “Siyaseta Demokratîk”, “Yekîtiya Netewî” û “Hevgirtina Demokratîk a Gelan” pêk tên.

Rudaw
Top