• Sunday, 08 February 2026
logo

Pompeo: Ji bo kontrolkirina Îranê me planeke bihêztir heye

Pompeo: Ji bo kontrolkirina Îranê me planeke bihêztir heye
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, wan planeke bihêztir ji dorpêçên li ser Îranê û kontrolkirina wî welatî heye.

Mike Pompeo diyar kir, ew dê dîplomasiya xwe bikar bînin ji bo ku cîhanê li hember Îranê bikin yek ji bo kontrolkirina wî welatî û rawestandina destdirêjiyên Komara Îslamî.

Pompeo got, “Amerêkayê qenaet bi Almanya anî ku Hizbullaya Lubnanê weke rêxistineke terorîstî bide naskirin, ew dê hewlên xwe yên dîplomatîk li hember Îranê xurttir bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herweha dibêje, wan plnaneke temam daniye ku dorpêça çekan li ser Îranê bihê dirêjkirin û tekez dike, ew piştrast e ku ew dê bikarin bigihin wê armancê.

Mike Pompeo destnîşan kir, Rûsya û Çîn dixwazin çekan bifiroşin Îranê daku pere bidest bixin, lê Amerîka dê bikare rê li ber wê yekê bigire.

Rudaw
Top