Kazimî li gel hejmarek fermandarên leşkerî geheşt Kerkûkê
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, îro 02.06.2020ê serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî geheşt Kerkûkê.
Herwekî ku çapemeniya Iraqê ragehandiye, Mistefa Kazimî li gel hejmarek fermandarên payebilindên leşkerî yên Iraqê geheştiye Kerkûkê û çavdêriya operasyona ‘’Pehlewanên Iraqê’’ dike.
Îro artêşa Iraqê operasyonek bi navê Pehlewanên Iraqê li navçeyên başûrê Kerkûkê li dijî çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê da destpê kirin.
Basnews
