Parlamenterekî YNKê: Şasiwar Ebdulwahîd dixwaze ev herême nemîne
Endamê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Hêriş Hesen ji BasNewsê re ragehand, vîrusa korona hemû welatên cîhanê girtiye û herêma Kurdistanê jî rastî metirsiyek mezin hatiye. ‘’Raste krîza darayî jî heye û xelk nikare kar û kesabeta xwe bike. Lê pêwîste xelk rênmayiyên wezareta tenduristiyê bicîh bikin, ku jiyana hemwelatiyan parastî be.’’
Herwaha aşkera kir, ew gotinên heta naha Şasiwar Ebdulwahîd dike ‘’Di berjewendiya hemwelatiyan de nîne û xelk xwedî hişyariyê ye ku ev vîruse metirsîdare. Ya din jî pêngavên Şasiwar Ebdulwahîd metirsîdarin û dixwaze ev herêma ku me hemûyan pêkve ava kiriye nemîne.’’
Herwaha rexne li parlamenterên Nifşê Nû kirin û got, mafê xelkê heye xwepêşandanê bike, lê ‘’Erkê parlamenter ewe pêdeçûnê li ser pirsgirêkên hemwelatiyan bike û hewla çareseriyê bide. Ne wek ew dikin têkelî xwepêşandanan bibin û tehrîk bikin ku jiyana hemwelatiyan jî bixin metirsiyê de.’’
Parlamenterê YNKê got, Şasiwar Ebdulwahîd û Nifşê Nû ger berjewendiyên hemwelatiyên Kurdistanê ser berjewendiyê xwe re bibînin, nabe berjewendiyên xwe yên taybet têkelî milmilaneyê bikin, ku ziyan bigehe berjewendiyên hemwelatiyên Kurdistanê.
Basnews
