Wezareta Tenduristiyê: Di 24 saetên borî de 35 kes li Kurdistanê bi Koronayê ketine
Wezareta tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di nav 24 saetên borî de li seranserî Herêma Kurdistanê 1365 têstên Koronayê hatine kirin ku 35 ji wan pozîtîf bûne.
Wezareta tenduristiyê daye zanîn, 16 kes ji wan kesan li bajarê Silêmaniyê ne, 12 kes li Germiyan, 1 li Hewlêrê û 6 kes jî li Duhokê ne.
Li gorî agahiyên wezareta tenduristiyê, vê gavê li Herêma Kurdistanê 888 kes di kerentînê de ne ku herî zêde li Silêmaniyê ne.
Li gorî amarên wezareta tenduristiyê, bi giştî 745 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine ku 420 kes ji wan baş bûne, 7 kes mirine û 318 kes jî di bin çavdêriyê de ne.
Basnews
