Parlamenterekî Gorran: Xwepêşandan jî nikarin Şasiwar Ebdulwahîd xilas bikin
Endamê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Celal Mihemed Emîn ji BasNewsê re ragehand, bangeşeyên naha yên Şasiwar Ebdulwahîd bo xwepêşandanê, bi armanca deynên hikûmetê yên bi dehan milyon dolarî nedet tê kirin.
Herwaha got: ‘’Bi aşkerayî diyare ku Şasiwar Ebdulwahîd bi armanca siyasî û xwedizîna ji vegerandina deynên hikûmetê behsa xwepêşandanê dike, lê vê carê xwepêşandan jî wî xilas nake û hikûmeta herêma Kurdistanê dê wan deynan jê bistîne.’’
Celal Mihemed Emîn got, eger Şasiwar Ebdulwahîd rast dibêje û di xema jiyana xelkê de ye, bila du heftî piştî ku deynên xwe dan behsa xwepêşandanan bike. Ji ber ‘’Eger dixwaze siyasetmedarekî rast be bila aliyên xwe yên xelet sererast bike.’’
Basnews
