• Sunday, 08 February 2026
logo

Berpirsê PDKê li Kerkûkê: Fişarek mezin li ser kurdên derdora Kerkûkê heye

Berpirsê PDKê li Kerkûkê: Fişarek mezin li ser kurdên derdora Kerkûkê heye
Berpirsê PDKê li Kerkûkê dibêje, fişarek mezin li ser kurdên derdora Kerkûkê heye. Li aliyekî siyaseta erebkirinê û aliyê din jî DAIŞ heye.

Berpirsê liqa 3 ya PDKê li Kerkûkê, Mihemed Xurşîd li ser rewşa kurdên Kerkûkê ji malpera fermî ya PDKrê re gotiye, DAIŞ rojane êrişên terorîstî li Kerkûkê dike û mixabin hêzên Iraqî jî li hember wan bêdeng in û tiştekî nakin.

Mihemed Xurşîd her wiha gotiye, bi taybet li deverên mîna Daqûq, Dûbiz û Pirdê rewş gelekî xirab bûye. Hêzên Iraqî li wan deran hatine bicîhkirin.

Berpirsê PDKê li Kerkûkê guman li ser wan hêzan û dibêje, ew hêz qaşo bo parastina wan deveran hatine. Lê em hêvîdar in tiştekî din di bin vê yekê de nebe.

Bi gotina wî berpirsê kurd, rewşa kurdên derdora Kerkûkê gelekî xirab e, ji ber ku fişarek mezin li ser wan heye û gelekî tengav bûne. Li aliykeî siyaseta erebkirinê li ser wan heye û li aliyê din jî tirsa DAIŞê. Di şewitandina zeviyan de jî ferq û cudahî tê kirin. DAIŞ tenê zeviyên kurdan dişewitîne!

Basnews
Top