Li Duhokê 6 kes bi koronayê ketin
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di berdewamiya pişkinîn û lêgerînê de, 6 pêketiyên din ên vîrusa nû ya koronayê COVID-19 li parêzgeha Duhokê hatine destnîşankirin, ku jineke temen 34 salî û sê keçên temen 15, 13 û 9 salî ne.”
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye, ew pêketiyên nû nîştecihê nav bajarê Duhokê ne.
Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiyê, heta niha 714 kes li Herêma Kurdistanê tûşî koronayê bûne û 420 kes ji wan hatine çareserkirin û 7 kes ji wan canê xwe ji dest dane.
Rudaw
