• Monday, 09 February 2026
logo

Muslim: Qonaxa duyem a diyaloga Kurdî – Kurdî di demeke nêzîk de destpê dibe

Muslim: Qonaxa duyem a diyaloga Kurdî – Kurdî di demeke nêzîk de destpê dibe
Endamê Desteya Hevserokatiya Hevbeş a Partiya Yekîtiya Demokrat radigihîne, di demeke nezîk de destpê dike qonaxa duyem a diyaloga di navbera PYD û ENKSê de.

Pêr Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di derbarê hewldanên yekrêziya navmala Kurd li Rojavayê Kurdistanê radigihîne: “Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”

Li ser wê daxuyaniyê, Endamê Desteya Hevserokatiya Hevbeş a PYDê Salih Muslim tekez kir, qonaxa yekem a danûstandinên di navbera PYD û ENKSê de bi erênî birêve çû û hin xalên hevbeş di navbera wan hebûn û dikarin li ser wan lihev bikin û qonaxa duyemîn di demeke nêzîk de destpê dibe.

Diyar kir jî, ti nakokî di warê siyasî de di navbera wan de nîne, bi taybet di pirsên sereke de, wek pêwendiya bi rêjîma û opozîsyonê Sûriyê û pêwendiyên derve re.

Amaje bi wê da, di danûstandinan de hat pêşniyazkirin li gor rêkeftina Duhokê ya 2014an guftûgo bên kirin, lê divê hin serastkirin tê de bên kirin, ji ber ku ew ji berî 6 salan bû û di wê heyamê de gelek pêşhatên nû li navçeyê rû dan.

Salih Muslim diyar kir: Gava yekemîn; pêkhatine lihevkirinê di navbera partiyên siyasî de ye. Gava duyemîn jî avakirina lêvegerek niştîmanî bi tevlibûna tevahiya çînên civakê ye. Ger ev lêveger ava bû, dê li tevahiya Kurdistanê fireh bibe.

Endamê Desteya Hevserokatiya Hevbeş a PYDê aşkere kir jî: Ya ku behsa wê tê kirin ne yekîtî, tenê lihevkirinek di navbera aliyên siyasî de ye. Yanî partiyên siyasî li ser xalên hevbeş lihev dikin mîna xebat, berxwedan û siyasetê.

Di derbarê mana ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de, Salih Muslim got: Ev mijar bi ENKS`ê ve girêdayî ye. Biryar a wê ye. Bi nêrîna min ger lihevkirinek Kurdî pêk hat, wê demê têkilî bi hemûyan re, gelê Tirk, gelên din û hêzên herêmê re pêkan dibe. Lê divê ev têkilî ne li dijî lihevkirina Kurd be.


K24
Top