• Monday, 09 February 2026
logo

Komîsyona Darayî: Di wergirtina deynan de hikûmet çavên xwe ji ti kesî re nagire

Komîsyona Darayî: Di wergirtina deynan de hikûmet çavên xwe ji ti kesî re nagire
Endamekî komîsyona darayî ya parlementoya Kurdistanê dibêje, hikûmet di wergirtina deynên xwe de çavên xwe ji ti kes û şîrketekê re nagire.

Parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona darayî, Mihemed Sadedîn ji BasNewsê re got, hikûmetê biryar daye deynên xwe ji şîrketan bistîne, ji ber ku rewş zehmet bûye.

Mihemed Sadedîn her wiha got, ew tişta ku hikûmet dike, daxwazkirina alîkariyê nîne, mafê wê ye destine. Hikûmet vê yekê dike da ku mûçeyê welatiyan bide.

Li ser deynên bazirganê kurd Şasiwar Ebdulwahîd jî wî parlementerê Kurdistanê got, bê guman hikûmet dê deynê xwe ji wî jî bistîne û bo mûçeyê karmendan bikar bîne. Ji xwe hikûmet çavên xwe ji ti kes û şîrketekê re nagire.

Li gorî agahiyên BasNewsê, Şasiwar Ebdulwahdî derdora 70 milyon dolar deyndarê hikûmetê ye.

Basnews
Top