• Sunday, 08 February 2026
logo

li hin bajarên Amerîkayê artêş kete tevgerê

li hin bajarên Amerîkayê artêş kete tevgerê
Li çend bajarên Amerîkayê karvedan û xwepêşandanên welatiyan beramber kuştina welatiyek reşpêst ji alî polîsek spîpêst ve li bajarê Mînyapolîs berdewam in. Li pêş Koşka Spî bi sedan kes kom bûn û tûrebûna xwe nîşan dan. Herweha Wezareta Bergirî ya Amerîkayê jî çend yekîneyên serbazî xistin e amadebaşiyê de, bo çûna nav wan bajarên, ku xwepêşandan lê birêve diçin.

Emêrîkî di lûtkeya belavbûna virusê corona yê nû de di kirîzeke din re derbas dibe..

Piştî kuştina George Floyd welatiyê reşpêst li ser destê efserekî polisê li Minneapolis, xwepêşandan li tevahiya Emêrîkî hatin lidarxistin, bi taybet li pêş koşka spî.

Xwenîşandan daxwaz kirina ku tundî hember welatiyan, û bi taybet yên reşpêst nemîne, û kujerên George Floyd bi tometa kuştinê bên hukumkirin..

S.B Maryln White – welatî- got: Dixwazin tundî rabiweste, dixwazim ew efser bê hukimkirin, ne tenê tometbarkirin, çawa zilamek kuştiye û tometeke ji astê sêyemîn tenê bikeve stûyê wî de.

Xwepêşanderên li wîlayetên Emêrîkî bûne sedema şer û aloziyê li gel polîs û gelek karên ziyanker rûdan, yek ji xwepêşanderê bajarê Detroit li ser destê polîsê can ji dest da.. Minneapolis li ser protestê berdewam bûn, û xelkê wir agir berdane bajêr, hakimê Minneapolis li ser vî karî nerazî bû..

SB Jacob Frey- Hakimê Minneapolis- dibêje:Ne cihê şehnazî û serbilindiyê ye ku hun bajarê xwe bişewtînin, û karên biçûk û lokal têk bidin, ev dezgeh û kar xelk piştê bi wan girê dide, bi taybet di dema belavbûna petayê de..

Girtevideo yak u George Floyd têde diyar dibe jêr kaboka efserekî polîs, lava dike ku jê vebe ji ber ku nikare henase bide, û di encam de George dimire, bû sedema pêleke berfireha tûrebûnê û xwepêşandanan li Emêrîkayê, di dema ku rewş berê bi sedema virusê korona ne hevsenge.

K24
Top