7 kesên din li Herêma Kurdistanê bi korona ketin.
Hevdem di berdewamiya pişkinîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 3 pêketiyên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin. Wezaretê diyar kir, her sê pêketiyên nû zilam in temenê wan 23, 22 û 21 salî ne û pêştir ji welatê Hingaryayê vegeriyabûn û di kerentînê de bûn.
Li Silêmaniyê jî , tûşbûyek Korona, ku rewşa wî ya tendirustî xirab bû, canê xwe ji dest da ye û di vê derbarê de Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku ew kes berkeftê karmendê nexweşxaneya Asya bû û temenê wî 37 sal e , û 7 kes ji mala wî bi Korona ketine û ti nexweşiyên wî yên din jî nebûye.
K24
