Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku îro Şemiyê 30 Gulana 2020an gerîlayên PKKê êrişî hêzên keşfê yên artêşa Tirkiyê kirine.
Di encama êrişê de 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê hêzên artêşa wî welatî li herêmê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û di operasyonê de helîkopter û firokeyên bêpîlot jî beşdar bûne.
Leşkerê hatine kuştin yek ji wan çawişê pispor e, xelkê Tokatê yê û navî Ugur Bora ye û yên din jî xelkê Hatayê ye û navê Mehmeh Gunay e.
Rudaw
