Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandeyê hêzên operasyona taybet ya Hevpeymanan civiya
Nîvroya îro şemî 30.05.2020 li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandeyê hêzên operasyona Taybet ya Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê Major General Erîc Hill civiya.
Di civînê de ku Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Mistefa tê deamade bû, pêşhatên dawî yên belavbûna pejika virûsa Korona û hewl û rêkarên rûbirûbûna wê, her wiha encamên wê yên bi taybetî li warên tendirustî û aboriyê da û bandora wê ya li ser bername û tevgera serbaziya hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye guftûgo kirin.
Diyaloga stratejiya Amerîkî – Iraqî ku biryare meha bê destpêbike û têda nexşerêyeke peywendiyên niha û paşeroja Iraq û Amerîka bê guftûgo kirin, mijareke dinê vê civînê bû. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya amadeyî û beşdariya Herêma Kurdistanê li wê diyalogê û li danîn û amadekirina nexşerêyê da kir.
Di civînê de behsa xwe rêkxistin û metirsiyên berfirehbûna tevger û êrîşên terorîstên DIŞI li Iraq û Sûriye kirin ku bûne gefeke ciddî li ser asayîş û aramiya her du welatan.
Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina girîngî û pêwîstiya berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê da, tekez jî li ser pêwîstiya hengavên siyasî li Iraqê kir ku pêkhatên Iraqî hest bi hevbeşî û bawerî û parastina niha û paşeroja xwe ya li Iraqê da bikin.
