Gelo dîsa qedexeya derketina derve tê ragihandin? Tenduristiya Hewlêrê bersiv dide
Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, dr. Dilovan Mihemed ji televîzyona K24 re got, di nav çend rojên borî de gelek kes li Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine. Yek ji sebebên wê yekê ew ku li Hewlêrê gelek hêsankarî bo welatiyan hatine kirin. Gelek cihên giştî hatine vekirin. Welatî jî şîretên tenduristiyê bicîh nahînin. Ne maskê didin berdevê xwe ne jî lepikan dixin destê xwe.
Dr. Dilovan Mihemed her wiha got, sebebeka din ya belavbûna vîrusa koronayê li Hewlêrê ew e ku heta niha jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatinçûn heye.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê da zanîn, heta niha herî kêm 10 kes ji wan kesên ku li Hewlêrê bi koronayê ketine, ji Bexdayê vegeriyane.
Li ser îhtimala ragihandina qedexeya derketina derve jî, dr. Dilovan got, eger em tenê aliyê wê yê tenduristî bifikirin, baştir e qedexeya derketina derve were ragihandin lê em aliyê debara jiyana welatiyan jî difikirin. Welatî neçar in kar bikin û debara jiyana xwe bikin. Ji ber wê jî ragihandina qedexeya derketina derve hinekî zehmet e. Lê em ji welatiyan dixwazin şîretên tenduristiyê bicîh bînin û xwe biparêzin. Ev ji hemiyan baştir e.
Basnews
