Çend navçeyên Mûsilê hatin karantîna kirin
Îro 30.05.2020ê rêveberiya tenduristiya Nînowa Felah Taî bi beyanameyekî ragehand, navçeyên Kîlowat, Babulcedîd û Faruq li aliyê rastê ango rojavayê Mûsilê hatine karantîna kirin.
Piştî daxistina wan her sê navçeyên Mûsilê tîmên tenduristiyê dest bi gerîn û test û kontrolan bo dîtina pêketiyên vîrusa korona dikin.
Felah Taî ragehand, sê nexwaşxane û tîmên gerok ên tenduristiyê li deriyên Mûsilê hatine danîn bo ew kesên ku diçin bajar.
Basnews
