Wezareta Çandiniya Kurdistanê: Şewitandina zeviyên cotkarên kurd pilankirî ye!
Wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê li ser şewitandina dexl û zeviyên cotkaran li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew karê han pilankirî ye û bi kîn tê kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wan beriya niha daxwaz ji Wezareta Pêşmerge kiribûn li wan cihên ku dikarin zevî û dexlên cotkaran biparêzin, her wiha daxwaz ji wezareta çandinî ya Iraqê jî kirine zeviyên cotkaran li wan deveran biparêzin.
Wezareta çandiniya Kurdistanê bang li wezareta çandiniya Iraqê, rêveberiya parêzgeha Kerkûkê û deverên Kurdistanî kiriye xwe li hember can û malên cotkaran berpirsiyar bibînin û ziyanên wan jî qerebû bikin.
Basnews
