Şerê PKK û Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê ye
Navenda lêkolîn kirin ya li qada şer û zaniyariyên li qadên ku bûyer tê de diqewmin ya Amerîkî yaku bi ACLED tê nasîn raportek derbarê şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de belav kiriye.
Di raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku di 5 mehên yekem yên sala 2020an de ji sedî 77ê şer û pevçûnên navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de qewmîne.
Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku bi tenê ji sedî 23ê wan pevçûnan di nava sînor û xaka Tirkiyeyê de qewmîne.
