• Monday, 09 February 2026
logo

Hêzên Iraqî bu guleyan bersiva giliyên cotkarên Kerkûkê dan!

Hêzên Iraqî bu guleyan bersiva giliyên cotkarên Kerkûkê dan!
Li Kerkûkê cotkarên kurd û ereb bo wergirtina genimên xwe xwepêşandan kirin lê hêzên ewlehiyê ew dan ber guleyan û ji hev belav kirin!

Îro danê sibê komek cotkarên kurd û ereb li ber depoya genim ya Kerkûkê kom bûn û daxwaz ji berpirsên bajêr kirin genimên wan werbigirin.

Yek ji wan cotkarên kurd yên ku beşdarî xwepêşandanê bibû, bi navê Hesen Elî ji BasNewsê re got, her roj agir berdidin zeviyên me û berhemên me dişewitînin. Ji ber wê jî em neçar dimînin zeviyên xwe zûtir bidirûn.

Hesen Elî her wiha got, em îro li ber depoya Kerkûkê kom bûn û me daxwaz kir berhemên me ji aliyê hikûmetê ve were kirrîn. Lê hêzên Iraqî gule berdan me û nehîştin em çalakiya xwe bikin.

Basnews
Top