Hêzên Îranê 2 Kurd li ser sînorê Bakurê Kurdistanê kuştin
Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, li ser sînorê navçeya Kela Xwê (Xoy) ku ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye û li nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê, hêzên Îranê gulle berdane hejmarek kolberên Kurd ku ji ber nebûna derfetên kar û neçariya peydakirina debara jiyana xwe, ber bi sînorê Bakurê Kurdistanê ve diçûn.
Bi gotina çavkaniyên xwecihî, bûyera teqekirina li kolberên Kurd, şeva Pêncşemiyê derdora demjimêr 22:00an li navçeya Elend a Xoyê çêbûye.
Di encama teqeya hêzên Îranê de, du kolberên Kurd ên bi navê Muhsin Derwîşzade û Ibrahîm Cordîzec canê xwe ji dest dane.
Li gor agahiyan, herdu kesên ku di wê bûyerê de hatine kuştin, xelkê gundê Kerkûş yê li navçeya Elend a Xoyê ne.
Çavkaniyên xwecihî ragihandine, Muhsin Derwîşzade zewcî ye û zarokekî wî heye.
Roja Yekşemiya vê heftiyê 24ê Gulanê jî li sînorê bajarê Urmiyê, kolberekî Kurd ê bi navê Erselan Ehmedî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin û du kolberên din ên bi navê Toran Ehmedî û Ridvan Ehmedî ku bira ne, birîndar bibûn.
Erselan Ehmedî zewicî bûye û keçeke wî ya 3 salî hebûye. Erselan herwiha kurê mamê herdu kolberên din bûye.
Rudaw
