Yekîtiya Ewropayê sizayên li ser Sûriyê dirêj dike
Di civîna Yekîtiya Ewropayê de, ku duh Pêncşemê 28ê Gulanê hat lidarxistin, berpirsekî pilebilind ê wê yekîtiyê ji peyamnêrê Rûdawê re ragihand, cezayên li ser Sûriyê dê bêne dirêjkirin û tekez kir, hinek pêşniyarên din jî hene ji bo cezakirina hikûmeta Sûriyê.
Wî berpirsî herwiha diyar kir, lê kesayetî û dezgehên ser bi hikûmeta Sûriyê ku dê ji aliyê YE ve bêne cezakirin, heta niha nehatine eşkerekirin.
Li aliyê din Yekîtiya Ewropayê tekez kir, ku ew pabendî dîtina çaresereke siyasî ne ji bo Sûriyê, li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî û daxuyaniya Cinêvê ya sala 2011an.
Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ragihand, dê Yekîtiya Ewropayê alîkariyan mirovî jî bişîne Sûriyê, lê heta niha xuya nebûye dê ew alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bêne şandin yan na.
Di 1ê Hezîranê de ku 2 roj mane, sizayên aborî yên ku li ser kesayetî, kompanî û dezgehên hikûmeta Sûriyê hatine sepandin, bi dawî tên.
Di lîsta niha ya sizayên Yekîtiya Ewropayê de, 273 kes û 70 dezgeh û kompaniyên Sûriyê hene, ji wan jî sermayeya Banka Navendî ya Sûriyê li welatên endamê Yekîtiya Ewropayê û dorpêça li ser firotina petrolê.
Rudaw
