• Monday, 09 February 2026
logo

Dr. Dilovan Mihemed: Metirsî heye jimara berketiyên Koronayê zêdetir bibin

 Dr. Dilovan Mihemed: Metirsî heye jimara berketiyên Koronayê zêdetir bibin
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed aşkere kir sedema zêdebûna jimara nexweşên Koronayê pabendnebûna hemwelatiyan e bi tedbîrên tendirustiyê ye û metirsî heye jimara berketiyan zêdetir bibe.

Îro roja pêncşemê Dr. Dilovan Mihemed ji Kurdistan24ê re axivî û sedemên zêdebûna jimar berketiyên Koronayê şîrove kir. Dr. Dilovan Mihemed got. “ Berketiyên çend roj berê yên Koronayê û ciyawaziya wan ji berketiyên destpêkê yên vîrusa Koronayê heye. Çunke ew kesên berê bi Koronayê ketibûn di encama pişkinînên li herêma wan derketibûn holê ku bi Koronayê ketine. Lêbelê berketiyên çend roj berê yên Koronayê hatine tomarkirin nîşaneyên Koronayê bi wan re hebû û ew bi xwe hatine nexweşxane û li nexweşxanê ji wan re pişkinîn hatiye kirin û encamên wan pozîtîf derketine û bi Koronayê ketine.”

Herwuha Dr. Dilovan Mihemed da zanîn sedema zêdebûna jimara berketiyên nexweşiya Koronayê pabendnebûna hemwelatiyan bi tedbîrên tendirustî û saxlemiyê ne.
Di berdewamiyê jî de Dr. Dilovan Mihemed got: “Pêşbînîyên me xirab in û metirsî heye jimareya berketiyên Koronayê zêdetir bibin. Herweha berketî zêdetir dibin, kare tîmên tendirustiyê jî girantir dibe. Em nikarin bêjin rewşa tendirustiya berketiyekî metirsî li ser heye. Heta niha pêdawîstiya ti nexweşekî bi amara henesedanê çênebûye. Lêbelê berawird ligel berketiyên berê, niha behnçikandin bi berketiyên niha re zêdetir e û berketiyên niha bêtir pêwîstiya wan bi oksîjenê heye.”

Her îro roja pêncşemê 28.05.2020an Wezareta Tendirustya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir 12 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Top