• Monday, 09 February 2026
logo

Aras Heso Mîrxan:Divê partî rê bidin tîmên xwe ku di nava hikûmetê de karên xwe bikin

Aras Heso Mîrxan:Divê partî rê bidin tîmên xwe ku di nava hikûmetê de karên xwe bikin
Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Aras Heso Mîrxan daxwaz ji hizbên di di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cî digirin kir kur rê bidin tîmên ku karên xwe bikin û destêwerdanê di karên hikûmetê de nekin.

Îro roja pêncşemê Aras Heso Mîrxan, ji BasNewsê re axivî û got divê ew partiyên beşdarî di hikûmeya nehem a Herêma Kurdistanê de kirine rê bidin endamên xwe ku di nava hikûmetê de karên xwe bikin û planên xwe ci bi cî bikin.

Herwiha Aras Heso Mîrxan got: “Divê partî rê bidin endamên xwe ku ew endam karên xwe din ava hikûmetê de bikin û dev ji destêwerdana din ava karê hikûmetê de berdin û arîşeyan bo cîbicîbûna planên hikûmetê durist nekin.”

Herwiha duhê jî Endamê Yekgirtûya Îslamî Mewlûd Bawemurad jî ji BasNewsê re axivî bû û wiha gotibû: "Hêzên siyasî dikarin bi rêya beşdariya di nava hikûmetê de alîkar bin bo bi cîbûna projeya çaksaziyê. “

Mewlûd Bawemûrad aşkere jî kiribû erka sê hêzên mezin ê siyasî yê alîkar bin bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê proseya çaksaziyê bi cî bike. Serkirdeyê Yekgirtûyê Mewlûd Bawemûrad ragihandiye jî ew qeyrana aborî heye ne tenê li Herêma Kurdistanê ye li hemû cihanê heye û mumkîne di meheke din de ew qeyran jî bi dawî bibe. Di dawiyê jî de Mewlûd Bawemûrad tekez jî kir ku divê hizb destêwerdanê di kar û barê hikûmetê de nekin û nakokiyên xwe nînin nava hikûmetê.

Basnews
Top