• Monday, 09 February 2026
logo

Umêd Xoşnav: Parlementoya Kurdistanê dê di demek nêzîk de dest bi civînên xwe bike

Umêd Xoşnav: Parlementoya Kurdistanê dê di demek nêzîk de dest bi civînên xwe bike
Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê ragihand, parlementoya Kurdistanê dê di demek nêzîk de dest bi civînên xwe bike û ew jî piştevaniya pilana reforman ya hikûmetê dikin.

Parlementerê Kurdistanê û serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê, Umêd Xoşnav li ser xebatên parlementoyê û pilana hikûmetê ya reforman ji BasNewsê re axivî.

Umêd Xoşnav li ser reforman û qanûna reforman got, me dixwast di dora berê ya parlementoyê de vê qanûnê pesend bikin lê asteng derketin. Me vê carê bi hemû hêza xwe ev qanûn pesend kir, çimkî Herêma Kurdistanê gelekî pêwîstî bi tiştekî wiha bû.

Wî parlementerê Kurdistanê her wiha anî ziman, eger qanûna reforman bi temamî were bicîhanîn, dê gendelî kêm bibe û barê hikûmetê sivik bibe û got, ji ber wê jî em bi temamî piştevaniya vê yekê dikin. Nabe ti kes were efûkirin û divê her kes li hember qanûnê yek bin.

Serokê firaksyona PDKê behsa civînên parlementoyê jî kir ku demek hatine sekinandin û got, di demek nêzîk de parlemento dê dest bi civînên xwe bike. Em hêvîdar in hem opozîsyon hem jî partiyên şirîkên hikûmetê bo derbaskirina vê qonaxê û bicîhanîna reforman alîkariya hikûmetê bikin.


Basnews
Top