Deriyê Sêmalkayê tê vekirin
Îro roja çarşemê 27.05.2020an Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şêniyên herêmên Rojavayê Kurdistanê yên serdana Herêma Kurdistanê kirine û ji ber vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê asê bûne, dikarin vegerin herêmên xwe.
Di daxuyaniyê de hatiye aşkere kirin dê deriyê Sêmalkayê ji 30ê Gulanê heta 4 Hezîranê ji bo vegera şêniyan vekirî be.
Deriyê Sêmalkayê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye. Di çarçoveya xweparastina ji vîrusa Koronayê de Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê çûn û hatina hemwelatiyan di navbera Herêma Kurdisanê û Rojavayê Kurdistanê de hatibû ragirtin.
Basnews
