Amerîka ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re kîtên Koronayê şand
Konsolxaneya Amerîka li Bexdayê ragihandiye, hikûmeta Amerîka 25 kîtên ku bo têsta vîrusa Koronayê tên bikaranîn, ji taqîgehên parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistanê û parêzgarên Bexda, Necef û Besra yên Iraqê re şandiye.
Di daxuyaniya konsolxaneya Amerîka de hatiye gotin, ew kîtên han pêşketî ne. Bi wan kîtan re 44 komputer jî pêşkêşî tîmên êpîdemolojiyê hatine kirin da ku bi wan amar û agahiyên girêdayî Koronayê kom bikin.
Basnews
