• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî serxweşî ji Wezîrê Bajarvaniyê re xwest

Serokwezîr Barzanî serxweşî ji Wezîrê Bajarvaniyê re xwest
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro roja çarşemê 27.05.2020an peywendiyeke telefonî ligel Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzarê Sasan Awanî pêk anî û serxweşî jê re xwest.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî bi boneya mirina birayê Wezîrê Bajarvanî û Geştûgûzarê Sasan Awnî yê bi navê (Nejad Awnî) di rûdaweke hatinûçûnê de telefon ji Sasan Awnî re vekir û serxweşî jê re xwest.

Di wê peywendiya telefonî de Serokwezîr Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbata Sasan Awnî anî ziman û hêvî xwest Xwedayê mezin giyanê merhûm bi behiştê şad bike û aramiyê bide malbat xizmên wan.

Top