Li cîhanê 350 hezar kes bi Koronayê canê xwe jidest dane
Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de li seranserî cîhanê hejmara pêketina bi Koronayê li hember roja berî wê zêde bûye û 94.8 hezar kes bi Koronayê ketine, ku roja pêştir 87.8 hezar pêketî hatibûn tomarkirin.
Li gor amarên wê zanîngehê, heta niha li seranserî cîhanê 5 milyon û 593 hezar û 148 kes pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin, ji nava wan 350 hezar û 509 kesan canê xwe jidest dane.
Amaje bi wê jî kir, heta niha jî zêdetir ji 2 milyon û 288 hezar nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Pêketiyên bi vîrusa Koronayê bi piranî li van welatan zêde hatine tomarkirin:
Amerîka: Pêketin: 1,72 milyon – Mirin: 98,875
Brazîl: Pêketin 391 hezar – Mirin: 24,512
Rûsya: Pêketin: 362 hezar – Mirin: 3,541
Brîtanya: Pêketin: 266 hezar – Mirin: 37,048
Îspanya: Pêketin: 236 hezar – Mirin: 27,177
Îtalya: Pêketin: 230 hezar – Mirin: 35,955
K24
