Iraq- 216 kesên din bi Koronayê ketine
Îro roja sêşemê 26.05.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir li seranserî Iraqê 216 hemwelatiyên din bi nexweşiya Koronayê ketine her wijha 41 nexweş jî piştî tedawiya bijîşkî baş bûne. Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin 6 kes jî mirine.
Di beşeke din ê daxuyaniyê de hatiye ragihandin heta niha li Iraqê 4.848 kes bi Koronayê ketine. Ji wan nexweşan 2.852 kes jê baş bûne û 169 kes jê bi vîrusê mirine.
Basnews
