Li Amêdiyê keçeke 13 salî bi topbarana artêşa Tirkiyê birîndar bû
Rêvebirê Bajarokê Kanî Masiyê Serbest Akreyî ji Rûdawê re ragihand ku îro Sêşemê 26ê Gulanê saet derdora 17.00ê artêşa Tirkiyê deverên Gundê Bêduhê yê ser bi herêma Berwariya Bilind ve, topbaran kirin.
Serbest Akreyî diyar kir ku di encama topbarana leşkerên Tirkiyê de keçeke 13 salî bi navê Dalya Ebdullah Tahir ku xelka Duhokê ye û bi mebesta serdanekê ligel malbata xwe li gund bûye, birîndar bû.
Derbarê rewşa tendirustî ya Dalyayê de, Serbest Akreyê got ku ji kemaxa xwe ve birîndar bûye û çareseriya pêwîst li Binkeya Tendirustî ya Rozanayê li Kanî Masiyê jê re hate kirin.
Bêduhê gundekî hevsînor e ligel Bakurê Kurdistanê û bi hinceta henûna binkeyên gerîlayên PKKê çend caran ji aliyê artêşa Tirkiyê hate topbaran û bombebarankirin.
Rudaw
