• Monday, 09 February 2026
logo

Efrîn.. Kalemêrekî din ji aliyên şivanên Ereb hat kuştin

Efrîn.. Kalemêrekî din ji aliyên şivanên Ereb hat kuştin
Li Efrînê Kalemêrekî din ê Kurd ji aliyê koçberên li Efrînê hatine bicihkirin hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duhî 25ê Gulanê li gundê Mosako yê ser bi Reco ve, hejmarek ji şivanên koçber ên li Efrînê hatine bicihkirin pezên xwe berdana nava darên zeytûnan yên kalemêrê 73 salî Nezmî Reşîd Ikaş. Piştî ku wî hewl da rê nede şivanan pezê xwe li nava zeviyê wî biçêrîne, şivanan li wî da û zor lê kir û di encamê de ew tûşî celteya dil bû û canê xwe jidest da.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, gûrpên çekdaran û di çarçoveya plana guhartina demografî de zêdetir ji 450 hezar koçberên Ereb li Efrînê bicih kirin.

Koçber û şivanên Ereb bi darê zorê pezên xwe berdidin nava dar û zeviyên cotkarên Kurd û ziyanê digihînin wan. Ev yek jî rastî nerazîbûna cotkaran tê, lê ew nikarin berevaniyê li xwe û li zeviyên xwe bikin û çendîn caran jî ew rastî lêdan û zorê hatibûn.

Roja 22 Nîsana bûrî li gundê Meydankê yê navçeya Şera, şivanan pezên xwe berdabûn nava zeviyê kalemêrê 74 salî Elî Ehmed û li wî dabû û ew kuştibû.

K24
Top