• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê Tenduristîyê: Cudahîyên evê carê ya belavbûna Koronayê metirsîdare

Wezîrê Tenduristîyê: Cudahîyên evê carê ya belavbûna Koronayê metirsîdare
Wezîrê Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê radigehîne, pêşbînîya zêdebûna hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê dihate kirin, lê pêşbînî nedihat kirin ku ev Vayros di germayê de çalak be. Tekez jî dike cudahîya evê carê ewe ku rêjeya tomarkirinê zêdetire û çavika Vayrosê jî nedîyare, lew gelek metirsîdare.

Dr. Saman Berzincî, Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi Kurdistan24 re ragehand: Çunku nexweş li nexweşxaneyan mabûn û hejmareke xelkê jî kerentîn bûn, herweha li bajarên Îraqê û welatên derdorên me hejmara tûşbûyan ber bi zêdebûnê diçû, ji alîyeke dî ve jî, li rûyê derdzanînê ve em negehiştibûn wê rêjeya ku bibêjîn, Korona bi temamî hatîye kontirolkirin. Ji rûyê zivirîna jîyana wê Vayrosê ve, me pêwîstî bi demekê hebû, lê em negehiştibûyin wê demê û di nav civakê de hebû, lew me pêşbînîya tomarkirina tûşbûyên din dikir, lê me pêşbînî nedikir di werza germayê de ew Vayros çalak bibe.

Got jî cudahîyek di zêde belavbûna evê carê ya Vayrosa Koronayê de heye, ku ji çend xalan pêkdihêt, ji wan jî: Rêjeya tomarkirina Vayrosê, bi hevberkirin li gel berê, gelek zêdetire, herweha kesên tûşbûyî nîşan hene, li gel evê yekê jî çavika teşenekirina Vayrosê dîyar nîne. berê zêdetir bi sedema berketinê belav dibû, lê niha ew nîne. Ewên dihên tomarkirin wek nexweş serdana nexweşxaneyan dikin, piştî pişkinînan derdikeve ku helgirên Vayrosa Koronayê ne. Evan cudahîyan metirsîyek dî nîşanî me da.

K24
Top