Ewlehîya Tirkiyê li Stenbulê 4 ciwanên Efrînê desteserkirine
Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, duhî ragehand, di pêncê Gulanê de hewalgirîya Tirkiyê li bajarê Stenbulê 4 cwanên Efrînî ku ji gundê Aşkan a ser bi nahye ya Cindirêsê ve ye desteserkirine, li gor rêxistinê jiber pirisgirêkên civakî û tuhmetên ku ew ciwan ser birêveberya xweser ve ne, yek ji pêkhateyên Ereb ji heman gundî gilî li wan kirîye.
Li gor rêxistinê ew ciwan ji sala 2012yê ve jiber leşkerîya neçar ji Suriyê derketine, û ew niha li Stenbolê neştecê ne. Navên wan jî, Xalib Mehemed Bekir 37 salî , 'Ednan Fewzî Silêman 20 salî, Mistefa Mehemed Wiso 22 salî, herweha Mistefa Ehmed Weysî, 25 salîye, çarenivîsa wan jî nedîyare.
K24
