Roebuck: Qanûna Sîzer herêmên Rêveberiya Xweser lixwe de negire
Şandeyê Amerîkî William Roebuck di civînekê bi nûnerên Rêveberiya Xweser ên Kobaniyê re ragihand, sezayên "Qanûna Sîzer" dê li ser rêjîma Sûriyê bisepînin, lê ew qanûn herêmên Rêveberiya Xweser di nav xwe de negire.
Şandeyê Amerîkî tekez kir jî, ewê raporeke berfireh ya di warê siyasî û ewlehiyê de radestî rayedarên Amerîka bike û ji bo peydakirina çareseriyeke guncaw ji hemû pirsgirêkan re bixebitin.
Biryar e di meha Hezîrana bê de yasaya Sîzer li Sûriyê were bicihkirin, ku sizayan li ser rêjîma Sûriyê û aliyên ku hevkariyê pê re dikin bisepîne.
K24
