• Monday, 09 February 2026
logo

Li Kerkûkê polîsekî kurd hat serjêkirin!

Li Kerkûkê polîsekî kurd hat serjêkirin!
Li bajarê Kerkûkê polîsekî kurd ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Îro danê sibê polîsekî kurd bi navê Behcet Mihemed li bajarê Kerkûkê kuştî hat dîtin.

Li gorî agahiyên televîzyona K24, ew polîsê kurd ji aliyê kesên nenas ve hatiye serjêkirin.

Malbata wî dibêjin, Behcet duhî ji mal derket û êdî venegeriya.

Heta niha nayê zanîn ew polîsê kurd çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Basnews
Top