• Monday, 09 February 2026
logo

Fermandarekî Iraqê metirsiyekî derbarê azad kirina DAIŞiyan de aşkera dike

Fermandarekî Iraqê metirsiyekî derbarê azad kirina DAIŞiyan de aşkera dike
Fermandarê payebilindê artêşa Iraqê metirsiyekî azad kirina çekdarên girtî yên rêxistina terorîstên DAIŞê ji aliyê grubekî YNKê ve aşkera kir.

Fermandarê lîwa yê berê ya artêşa Iraqê û endamê lijneya dadgeha leşkerî yê artêşa Iraqê ser bi pişka kurdan Lîwan Rukin Reşîd Ebdulkerîm ji BasNewsê re ragehand, rêkeftina YNKê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê aliyekî wê yê veşartî heye.

Lîwa Rukin Reşîd Ebdulkerîm amaje bi wê yekê jî kir, ku çekdarên DAIŞê bê agahdariya hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê radestî îdareya sepandî ya Kerkûkê re hatine radest kirin û guman heye ku ew DAIŞiyane YNKê şandibin Kerkûkê bi fêl û lîstok bên dadgeh kirin û biryara azad kirina wan bê dayîn.

Herwaha diyar kir, nabe îdareya bajarekî rêkeftinê li gel aliyek siyasî bike û pêwîste artêşa Iraqê jî helwêst nîşan bide, ji ber azad kirina wan DAIŞiyan pirsgirêkekî niştimanî ye.

Roja 19.05.2020ê gruba xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û hin serokên eşîretên Kerkûkê yên ereb rêkeftin bo azad kirina 176 çekdarên girtî yên DAIŞê, ku xelkê Kerkûkê bûn îmza kirin.

Roja 21.05.2020ê çekdarên DAIŞê bi 4 otobûsan û bi parastina hêzên YNKê ve ji Kerkûkê re hatin vegerandin.

Basnews
Top