Amerîka daxwaza danûstandinê ji HSD û grûpên ser bi Tirkiyê ve dike
Rich Outzin, Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê ragihand, di guftugoyeke vîdyoyî de ku ji aliyê Navenda Lêkolînan a SETA ya Tirkiyê ve hatibû sazkirin, got, “Rêveberiya otonom, an her navekî din ku bikar tînin, mebesta min ew e ku niha beşa zêde ya bakur rojhilatê Sûriyê birêve dibe û ew kesên ku navçeyên din birêve dibin, ji wan jî Tirk û ew opozîsyonên ku Tirkiye palpiştiya wan dike û herwiha opozisyon bi giştî, divê dest bi danûstandinan bikin.”
Rîc Otizn amaje bi wê jî kir, divê guftugo di çarçoveya wê proseya siyasî de bin ku biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî bo tehaviya Sûriyê tekeziyê li ser dike , ew biryar jî daxwaza hebûna hikûmetekê dike ku “bawrî hebe, giştgir be û taîfî nebe.”
Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, ew a zêdetir serincê Washingtonê ye, guhertina miameleya hikûmeta Sûriyê ye beramber xelkê, ne guhertina wê hikûmetê bi temamî, lêbelê, “em nizanin guhertina mialemeya rejîmê li hember xelkê çawa rû dide eger Esed li desthilatê be.”
Nêzikî yek li ser sê xaka Sûriyê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk û navçeyên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, El Bab, Cerablûs, Idlib û çend de verek din jî di destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ne ku nêzîk in li Tirkiyê.
Rudaw
