• Monday, 09 February 2026
logo

Kazimî û Pompeo guftûgo derbarê krîza aborî de kirin

Kazimî û Pompeo guftûgo derbarê krîza aborî de kirin
Serokwezîrê Iraqê û wezîrê derve yê Amerîkayê guftûgo derbarê krîza darayî ya cîhanî de kirin.

Li gor beyanameya ofîsa serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ku di çapemeniya Iraqê de naveroka wê hat belav kirin, şeva borî 22.05.2020ê Kazimî bi telefonê li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo guftûgo kiriye.

Li gor heman beyanameyê Mistefa Kazimî û Mike Pompeo guftûgo derbarê hemahengiya aborî, siyasî û ewlehiyê ya di navbera Washington û Bexdayê de kirine.

Di heman peyvendiya telefonî de serokwezîrê Iraqê û wezîrê derve yê Amerîkayê gotûbêja çend mijarên din jî kirine ku ew jî ev in:

- Krîza darayî ya cîhanî û bandora wê li ser nirxê neftê û aboriya Iraqê.

- Rêkarên derbas kirina ji vê krîzê bo Iraqê.

- Amadekariya danûstandinên stratejîk di navbera Iraq û Amerîkayê de.

Basnews
Top