• Monday, 09 February 2026
logo

Li Sîstan û Balucistanê şer: 2 serbazên Îranê hatin kuştin

Li Sîstan û Balucistanê şer: 2 serbazên Îranê hatin kuştin
Di encama şer û pevçûnekê de li gel çekdarên nenas, du serbazên hêza polîsê Îranê (întizamî) li parêzgeha Sîstan û Belucistanê hatin kuştin.

Navenda Fermandariya Polîsê Parêzgeha Sîstanê û Belucistanê ragihand, berbanga îro li gundekî navçeya Kelat ê ser bi bajarê Serbaz ve li parêzgeha Sîstan û Balucistanê şer di navbera hêzên Îranê û grûpên çekdar de rû daye û di wî şerî de 2 serbazên Îranî hatine kuştin.

Li parêzgeha Sîstan û Belucistan a Îranê, çend rêxistinên çekdarî gelek caran çalakiyan encam didin û di navbera wan rêxistin û hêzên emnî yên Îranê de şer û pevçûn rû didin. Lêbelê heta niha ti rêxistinan, kuştina wan herdu serbazan li xwe negirtiye.

Sîstan û Belucistan, parêzgeha sînorî ya Îranê ye û hevsînor e li gel welatên Pakistan û Efxanistanê. Çendîn grûpên çekdar ên dijberên Komara Îslamî ya Îranê li wê herêmê li dijî hêzên Îranê çalakiyan encam didin.

Li eyaleta Sîstan û Belucistanê nêzikî 3 milyon xelk dijî û piraniya wan Sunne ne. Sîstanî ku bi zimanê farisiya Sîstanî diaxivin, Şîe mezheb in û Belucî jî ku zimanê wan Belucî ye, Sunne mezheb in. 23 bajar li wê parêzgehê hene û duyem parêzgeha berfireh a Îranê ye di warê xakê de û navenda wê jî bajarê Zahîdan e.

Rudaw
Top