• Monday, 09 February 2026
logo

Rawestandina geştên esmanî li Kurdistanê û Iraqê hat dirêjkirin

Rawestandina geştên esmanî li Kurdistanê û Iraqê hat dirêjkirin
Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê biryara rawestandina geştên esmanî yên li tevahiya balafirxaneyên Iraqê û Herêma Kurdistan heta dawiya meha Gulanê dirêj kir.

Li gor daxuyaniya Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê, biryar hatiye dan ku dema qedexe û rawestandina geştên esmanî li balafirxaneyên Iraqê û Herêma Kurdistan, heta 31ê Gulana îsal bihê dirêjkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ev biryar geştên firokeyên Heyva Sor, firokeyên serbazî, alîkariyên tendirustî, firokeyên hawarçûnê û kargoyê li xwe nagire.

Biryara dirêjkirina dema ragirtina geştên esmanî li Iraqê û Herêma Kurdistanê, di çarçoveya rêkarên bo rûbirûbûna vîrusa koronayê de ye.

Ji nîveya Adara îsal ve çendîn rêkar ji bo rêgirtina li belavbûna koronayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatine wergirtin ku rawestandina geştên esmanî yek ji wan rêkaran e.

Li Iraqê li gor amarên fermî, heta niha 3 hezar û 877 kes bi koronayê ketine, ku ji wê hejmarê 2 hezar û 483 kes baş bûne û 140 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha hêj 1 hezar û 254 kes ji nexweşên koronayê li nexweşxaneyan mane.

Herwiha li Herêma Kurdistanê jî heta niha 452 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û ji wê hejmarê 385 kes baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top