• Monday, 09 February 2026
logo

Li Pulura Dêrsimê erdhej

Li Pulura Dêrsimê erdhej
Îro li navçeya Pulur a Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 4.3 pileya Rîxterê çêbû. Hêj ti agahî derbarê zirarên erdhejê de nehatine ragihandin.

Li gor daxuyaniya saziya karesat û rewşên bilez a Tirkiyê (AFAD), erdheja îro ya li Pulurê di demjimêr 06:21an de çêbûye û hêza wê jî 4.3 pileya Rîxter bûye.

AFADê herwiha ragihandiye, erdhejê di kûrahiya 12 kîlometrî ya li bin erdê de çêbûye.

Hêj derbarê zirarên erdhejê de ti zanyarî nehatine ragihandin.

Rudaw
Top