DAIŞê êrîşî Zindana Tebqayê kir: Asayiş û HSD ketin amadebaşiyê
Hêzên Asayişê yên ser bi Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê bersiva wê êrîşê dan û di navbera herdu aliyan de şer derket. Li gor zanyariyan, di dema êrşê de girtityên DAIŞê yên di nava Zindana Tebqe de jî dest bi isyanê kirin.
Li gor zanyariyan, hêzên Asayişê ku ewlehiya Zindana Tebqeyê diparastin, êrîşa DAIŞê têk birine.
Herwiha di encam de şer û pevçûnên navbera DAIŞê û hêzên Asayişê de, 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ku baregeha wê li Londonê ye, ji zarê çavkaniyên xwecihî ve ragihandiye, ku çekdarên DAIŞê êvara Pêncşemiyê êrîşî xala kontrolê ya hêzên Asayişê li el-Alem kirin, lê êrîş ji aliyê hêzên Asayişê ve hat têkbirin.
Çavkaniyên xwecihî dibêjin, ji ber vê êrîşa DAIŞê, tevahiya hêzên Asayişê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li Tebqayê ketine amadebaşiyê û tevahiyên rêyên sereke yên bajêr û derdora wê li ser hatinûçûnê hatine girtin.
Li gor agahiyan, tevî ku hêzên Asayişê ew êrîş têk birine, lê hêj jî ne aramî li Tebqayê heye û hêzên Asayişê û HSDê dest bi operasoneke lêgerîna li pey çekarên DAIŞê kirine.
Rudaw
