• Monday, 09 February 2026
logo

Trump soza vekirina dêran da û cejna Ramazanê pîroz kir

Trump soza vekirina dêran da û cejna Ramazanê pîroz kir
Serokê Amerîka Donald Trump îro roja pêncşemê got ku ew ji Misilmanan re cejneke baş dixwaze.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di kongreya rojnemevanî de got: “Ez ji misilmanên ku eyda Ramazanê pîroz dikin re şahî û xweşhaliyê dixwazim.”

Herwiha Trump got: “Dixwazim welatê me jinûve vegerînim asta normal. Tiştekî pir dixwazim ew e ku dêr jinûve werin vekirin.

Di berdewamiyê jî de Trump aşkere kir gelek walîyên Demokrat rêz li kenîseyan nagirin loma ez hez dikim wan dêran bidim vekirin. Li ser vekirina dêr û mizgeftan jî Trump axivî û got: “Emê di demeke nêzîk de gavên girîng li ser vê mijarê bavêjin.”

Basnews
Top