Wezareta Navxwe: Hikumet haydar nîye ji radestkirina 176 tuhmetbarên Terorist ji Silêmanîyê bo Kerkûkê.
Di wê ragehandinê de hatîye, bi hevwelatîyên Herêma Kurdistanê radigehînin, ku hikumeta Herêma Kurdistanê ne ji dema girtin û ne ji dema radestkirina wan tuhmetbaran haydara wê mijar nebûye.
Herweha hatîye, mijara hevahengîkirinê li gel desthelatdarên Fedralî rêkar û mîkanîzmên xwe hene ku ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta fedral ve bi yasa û rênimayî hatine rêkxistin û mijara radestkirina evan tuhmetbaran li derveya ewê mîkanîzîmê hatîye encamdan.
Rudaw
