• Monday, 09 February 2026
logo

Biryarderê lijneya navxwe ya parlamentoyê: YNK, bê ku serî li biryara dadgehê bide DAIŞî azad kirin

Biryarderê lijneya navxwe ya parlamentoyê: YNK, bê ku serî li biryara dadgehê bide DAIŞî azad kirin
Biryarderê lijneya asayîş û navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê radigehîne, YNK bê ku serlêdanê li biryara dadgehê bike, çekdarên DAIŞê azad kirine.

Biryarderê lijneya navxwe li Parlamentoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed ji basnewsê re ragehand, radest kirina wan terorîstan bê dadgeh kirin û derveyî biryara wezareta navxwe karekî ne yasayî ye.

Hîkmet Mihemed amaje bi wan çekdarên DAIŞê yên hatine azad kirin kir û got, li gor madeya terorê hatibûn girtin. Û daxwaz kir ew rêkeftina veşartî ya YNKê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê bê aşkera kirin û daxuyaniyê li ser bidin.

Biryarderê lijneya navxwe yê parlamentoyê got, nabe aliyeke siyasî rêkeftinekî waha bo azad kirina terorîstan bike û ragehand, YNK bê ku serî li biryara dadgehê bide û wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê serlêdanê bike, ew DAIŞî azad kirin.

Îro 21.05.2020ê gruba xiyanetê ya 16ê cotmeha 2017ê ya YNKê, 176 çekdarên girtî yên DAIŞê bi çar otobûsan ve û bi parastina hêzên YNKê yên dijî teror ve ew şandin Kerkûkê û azad kirin.

Basnews
Top