• Monday, 09 February 2026
logo

Hevpeymanîya Nêvdewletî daxwaza hevahengîyê di navebera Pêşmerge û Supayê Îraqê de dike

Hevpeymanîya Nêvdewletî daxwaza hevahengîyê di navebera Pêşmerge û Supayê Îraqê de dike
Serperiştyarê yekeyên taybetên hêzên Hevpeymanîya Nêvdewletî tekez kir, hêza Dije Terorên Kurdistanê hêzeka bi bandora şerê dijî Daişêye û hemû deman em amadene operasyonên hevpişik li gel wan encam bidin.

Di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan 24, Êrîk Heylî derbarê zêdebûna bizavên Daişê li Îraqê û Sûriyê axivt û ragehand, Em berdewamin li ser karkirinê li gel hêzên Îraqê û hêzên Pêşmerge û tekez kir, hêza Dije Teror hêzeka karaye û şîyanên mezin heye û dikare bi tenê rêgirîyê li Daişê bikin li deverê.

Derbarê Sûriyayê jî got: Peywendîyên me li gel Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) berdewam in.

K24
Top