YNKyê 150 zîndanîyên teroristên Ereb radestê Rakan Cibûrî dike
Berpirsê Melbenda YNKyê li Kerkûkê got: Ewên dihên radestkirin di dema şerê Daişê de, hatibûn girtin û li gor rêkkevtinekê li gel rêvebrîya Kerkûkê û Rakan Cibûrî parêzgarê sepandî bi ser wî bajêrî re dê bihên vegerandin bo wê parêzgehê.
Hevdem fermandarê Operasyonên Kerkûkê tekez kir: Ewa hatîye encamdan azadkirina zînadanîyan nîne, lê radestkirin e.
Wek dihête tekezkirin, YNKyê bê vegeryan bo dadgeh û hikumeta Herêma Kurdistanê ew 150 zîndanî radestê parêzgarê sepandîyê Kerkûkê diken û tevaya wan zîndanîyan jî bi made ya 4ê terorê hatine girtin.
Di vî warî de, Ednan Kerkûkî, gotebêjê Civata Serkirdatîya Kerkûk-Germîyan yê Partîya Demokrata Kurdistnaê (PDK) dibêje: Pişkek ji wan zandanîyan destên wan heye di şehîdkirina Pêşmege yên dîl de û şerê Pêşemergeyan kirine. Pişkek ji wan jî, ewin yên hêriş kirine ser Kerkûkê.
Rizgar Îsa, endamê Komîteya navxwe ya Perlemana Kurdistanê tekez kir, lêkolînê li ser evê pirsê dikin û divê civaka nêvdewletî jî li ser evê pirsê helwêsta xwe hebe, çunku rûbirûbûna Daişê hevahengîyeka nêvdewletî ye.
K24
