Dubiz..4 cotyarên kurd li dijî serokê eşîra Şemmer doz vekirin
Cotyarê kurd ê xelkê qeza Dubiz Kazim Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’4 cotyarên kurd li dadgeha qeza Dubizê doz li ser wî şêxê ereb tomar kirin, ku çûbû ser zevî û dexil û danê cotyarên kurd û gotinên xirab li hember kurdan kiribûn.’’
Herwaha got: ‘’Eger yasa hebe divê li ser wan dozên li hember wî şêxî ve ceza jê re bê dayîn. Ji ber ew bi aşkera dijî cotyarên kurd rawestaye û her ew kesin agir berdidin dexil û danê cotyarên kurd.’’
Qaymeqamê qeza Dubizê Ebdula Nûrî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ez piştevaniyê li wan cotyaran dikim ku li dadgeha Dubizê doz li hember wî şêxê ereb vekirin.’’ Û got: ‘’Ew pêngav gelek başe bo ku êdî kesên wisa nikaribin wisa bi aşkerayî gefan bixon.’’
Berî çend rojan di girte vîdeoyekî de serokê eşîra Şemmer Hemîd Helîl Şemmerî çûbû ser dexil û danê cotyarên kurd û verûçikandibû û gotibû: ‘’Heyfe ev zevî û dexil û dan ê kurdan be.’’ Û gef li kurdan xwaribû.
Basnews
