• Monday, 09 February 2026
logo

Li Daqûqê otomobîlek ket nav avê – 4 kes mirin

Li Daqûqê otomobîlek ket nav avê – 4 kes mirin
Li devera Daqûq ya Kerkûkê, otomobîlek ket nav çem û 4 zarokên malbatekê xeniqîn.

Berdevkê tirafîka bajarê Xurmatû, Zenûn Berzencî ji BasNewsê re got, îro danê sibê otomobîlek ku 6 kes tê de bûn, dema li ser pirê re derbas dibû, ket nav çemê Daqûqê.

Zenûn Berzencî da zanîn, di wê rûdanê de 4 zarok, ku hemû yên malbatekê bûn, xeniqîn û d û bavê wan jî hatin rizgarkirin.

Bi gotina wî efserê tirafîkê, otomobîl ji ber lezatiya zêde li ser pirê ketibû nav avê.

Li gorî agahiyên BasNewsê, tîmên rizgarkirinê li nav çem de li termên zarokan digerin.



Basnews
Top