Li Amerîkayê balefira F-35 ket
Li gor daxuyaniya ji binkeyê hêzên esmanî ya Eglin a Floridayê hatiye kirin, balefira F-35 a ser bi fîloya 58ê, di dema firîneke rutin de, li gor demjimêra herêmî 21:30ê de dema xwe dakeve ketiye xwarê.
Hat ragehandin balefirvanê wê balefira ketiye xwar, bi rêya firandina kursiyê ve ji bûyerê rizgarbûye û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn destpê kiriye.
Heftiya borî jî li heman binkeyî balefira F-22 ya Raptor a şer piştî rabûnê demekî kurt ketibû xwarê.
Basnews
